Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku li sînorê Fermandariya Operasyonan ya Kerkûkê balafireke bêmirov û nenas hatiye xistin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê têkildarî xistina balafireke bêmirov û nenas li Kerkûkê daxuyaniyek weşand. Li gor daxuyaniyê, balafireke bêmirov a nenas ku bi nizmî li ser asîmanê Alaya 3yemîn ya Liwaya 44emîn a Fermandariya Operasyonan ya Kerkûkê re difiriya, hate xistin.
Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku tu ziyanên madî û canî di dema ketina balafira bêmirov de çênebûne.













