Qesra bajarê Kirmaşanê ji hêla gel ve hat şewitandin. Hat ragihandin ku li bajêr pevçûnên tund diqewimin. Li bajêr baregeheke rejîmê hat gulebarankirin.
Xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê bênavber didomin. Hat hînbûn ku qesra bajarê Kirmaşanê û gelek saziyên dewletê yên li bajêr hatine şewitandin. Hêzên rejîmê yên ku li bajêr bi cih bûne û hewl didin xwepêşandana gel asteng bikin, lê gel li kolanan berxwedana xwe didomîne.
Her wiha li bajarê Îlamê ku bûye yek ji navendên xwepêşandanan, gel bi keviran bersiv da hêzên rejîmê.
Tê payîn ku xwepêşandan dê bidomin û berfireh bibin.
Serhildana gel li Kirmaşanê heta saetên dereng ên şevê berdewam dike. Li Kirmaşanê baregeheke rejîmê hat gulebarankirin
Serhildana gel a li paytext Tehranê mezin dibe
Li navçeyên Tehranpars û Xak-e Sefîd ên Tehranê, gel kolanan tijî dike.














