Li dijî noqteya nobetê ya hevpar a Hêzen Ewlehiya Hundir a Kobaniyê û Hezên Ewlehiya Hundirîn a Hikûmeta Demkî êriş pêk hat.
Li gundê Şêx Afvakal ê li çoltera Kobaniyê di navbera Hêzên Asayîşa Kobaniyê û Hêzen Ewlehiya Hundirîn a Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hefteya borî noqteya nobetê ya hevpar hatibû avakirin. Di seatên ber bi êvarê de li dijî noqteya nobetê êrişek provokatîf pêk hat. Li ser êrişê hêzên Ewlehiya Hundir a Kobaniyê demildest mûdahale kir û bersiva da êrişê. Di encama bersivdayînê de kesên êrişkar ji herêmê reviyan.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Kobanê hêzên nû şandin cihê bûyê. Derbarê êrişkar û nasnameya wan de hêj agahiyên zelal nehatine bi destxistin. Lêkolîna Hêzên Ewlehiya Hundir a Kobaniyê berdewam dike.













