• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rojnameger Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Li Kobanê pêşbirka zimanê kurdî hat lidarxistin

13 GULAN 2025 - 19:48
Kategorî: ROJANE
A A
Li Kobanê di çarçoveya rêzeçalakiyên 15ê Gulanê de pêşbirka zimanê kurdî hat lidarxistin û bawernameyên astên yekemîn û duyemîn li xwendekaran hatin belavkirin.

Saziya Zimanê Kudî ya bajarê Kobanê yê kantona Firatê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê pêşbirka zimanê kurdî li dar xist. Her wiha li Parka Ronîwar a Kobanê 101 bawernameyên astên yekemîn û duyemîn li xwendekaran hatin belavkirin.

Di pêşbirkê de mamoste, xwedenkar û malbatên Şagirtan û bi cil û bergên xwe yên folklorîk amade bûn.

Pêşbirk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Rêvebera Dibistanên Kobanê Ezîze Ismaîl axivî. Ezîze di destpêka axaftina xwe de Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Beriya demekê tu kesî nikaribû bi zimanê Kurdî bixwenda û biaxiviya, lê îro bi saya Şoşeşa Rojava zerokên me mafên perwerdehiya bi zimanê xwe standin, bi zimanê xwe diaxavin û dixwînin. Zimanê Kurdî zimanê hebûn û nasnameyê ye, em ê zimanê Kurdî biparêzin.”

Piştî axaftinê pêşbirk ji du komên zarokan pêk hat. Di pêşbirkê de pirsên der barê zimanê Kurdî de hatin pirsîn. Piştî wê Şanoya Şehîd Berfîn hat pêşkêşkirin û zarokên bi navê Doz û Zagros stran gotin.

Pêşbirk bi belavkirina xelatan li zerokên serketî bi dawî bû.

Bi heman boneyê de li Parka Ronîwar a Kobanê bawernameyên astên yekemîn û duyemîn li xwendekaran hatin belavkirin.

Di belavkirina bawernameyan de, mamosteyê Wêje û Zimanê Kurdî yê ji Kobanê Mazlûm Cimo axivî û got: “Di serî de em bejna xwe li hember şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn û tevahî şehîdên doza azadiyê ditewînin û bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, vê rojê li tevahî mamoste, şagirt, xwendekar û malbatên wan pîroz dikin û her tim serkeftinê ji xwendekaran re dixwazin.”

Piştî axaftinê bawernameyên astên yekemîn û duyemîn li xwendekaran hatin belavkirin.

Etîket: KobanêKurdîpêşbirkziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Yekem pirtûka perwerdehiya Metalofonê li benda çapkirinê ye

Yekem pirtûka perwerdehiya Metalofonê li benda çapkirinê ye

27 KANÛN 2025
Xwendekaran belgenameyên Kurdî wergirtin

Xwendekaran belgenameyên Kurdî wergirtin

26 KANÛN 2025
Xelkê Wanê: Divê li her qada jiyanê bi Kurdî were axaftin

Xelkê Wanê: Divê li her qada jiyanê bi Kurdî were axaftin

25 KANÛN 2025
Serlêdanên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî dest pê kir

Serlêdanên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî dest pê kir

22 KANÛN 2025
Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

20 KANÛN 2025
Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

17 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (2)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne