Di êrişeke li ser dêrekê ya li bakurê rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê de 43 kes hatin kuştin.
Li bajarokê Komanda yê parêzgeha Iturî ya Komara Demokratîk a Kongoyê şeva şemiyê (26ê Tîrmehê) li dijî dêrekê êrişek pêk hat û di encamê de 9 jê zarok 43 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî û artêşa Kongoyê, Hevpeymana Hêzên Demokratîk êriş pêk aniye.
Artêşa Kongoyê ‘komkujî’ şermezar kir û got: “Zêdetirî 40 sivîl bi kêran hatin kuştin û çend kesên din jî bi giranî birîndar bûn. Xanî, dikan û avahiyeke banka herêmî hatin şewitandin û talankirin. Aqûbeta çend kesan jî nayê zanîn.”
Di sala 2019an de Hevpeymana Hêzên Demokratîk pabendiya xwe ya bi Rêxistina Dewleta Îslamê-Navenda Afrîkayê (şaxê DAIŞê yê li Afrîkayê) eşkere kiribû.