Li Başûr Rojavayê Koreya Başûr balafireke rêwiyan kete xwarê. Herî kêm 120 kes mirin.
Balafirek rêwiyan li balafirgeha Navneteweyî ya Muanê ya li Başûr Rojavayê Koreya Başûr kete xwarê. Li gorî rayedaran, balafir ji Bangkoka Taylanê çûye bajarê Muanê ya Koreya Başûr û di balafirê de jî 181 kes hebûn. Tê gotin bûyer danê siharê çêbûye û balafir jî ya şirketa Jejoyê ya Koreya Başûre. Li gorî medya Koreya Başûr di bûyerê de 120 kes mirine, lê dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Di balafirê de 175 rêwî û 6 murettebat hebûn. Li gorî agahiyên dawî heta niha 120 kesan jiyana xwe ji dest tan. Tenê rêwiyek û murettebatek hat rizgarkirin, lê tê texmînkirin 179 kesan jiyana xwe ji dest danin.