Çeteyan êrişî bajarokê Çelebiyê yê Kobanê dikin, derbên giran xwarin. 2 tank hatin îmhakrin û gelek çete hatin kuştin.
Li gel agirbesta hatiye ragihangin jî çeteyên HTŞê, DAIŞê ku piştgiriyê ji Tirkiyê werdigirin ji saetên şevê ve êrişî bajarokê Çelebiyê yê Kobanê dikin.
Ajansa ANHAyê agahiyê spart çavkaniyên leşkerî yên li heremê û got: “ Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî dan çeteyên hikumeta demkî li bajarokê Çelebiyê pergaleke çîmentoyê ya dikeva rojhilatê Kobanê bi obîs û tanakan topbaran dikin. Hate ragihandin ku çervanên YPJ, YPG û HSDê bersiva êrişan didin. Di encamê de 2 tank hatin kuştin û gelek çete hatin kuştin.













