Şewata ku duh li gundê Dêrqam a navçeya Licê ya Amedê dest pê kir ket bin kontrolê. Di şewatê de 35 hektarê daristanê zerar dît.
Şewata ku duh li gundê Dêrqamê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê destpê kir li qadeke berfireh belav bû. Hem ji hewayê hem jî ji erdê ve mudaxeleyî şewatê hate kirin. Şewat piştî hewldanên dirêj heta nîvê şevê ji aliyê tîman ve ket bin kontrolê. Hat ragihandin ku di şewatê de 35 hektar qada daristanî ziyan dîtiye.