Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 2yê Adarê ve di êrîşên Îsraîlê de herî kêm hezar û yek kes jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya rojane ya pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullaha ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin de ku di 2yê Adarê de dest pê kirine, parve kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hezar û yek kes jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar 584 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 79 jin, 118 zarok û 40 xebatkarên tenduristiyê hene.













