Li Manîsayê gelek jin bi boneya 25ê Mijdarê meşiyan û diyar kirin ku ew ê têkoşîna aştî, demokrasî, wekheviyê bidomînin.
Li ser banga Platforma Jinan a Manîsayê, jin li Qada Demokrasiyê kom bûn û meşek li dar xistin. Gelek sazî, di nav de Baroya Manîsayê, Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê, Şaredariya Şehzadeler, Şaredariya Yunus Emre, Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin û Komeleya Mafên Mirovan a Jinan, piştgirî dan meşê. Jina di meşê de pankarta “Emê tu carî dev ji mafên xwe berndin”, wêneyên jinên hatine kuştin hilgirtin û bênavber dirûşma “Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin” berz kirin.
Piştî meşê Sekretera Jinan a Egîtîm-Senê ya Manîsayê Bengî Kanat daxuyanî xwend. Bengî kanat diyar kir ku diyar kir ku 25ê Mijdarê sembola têkoşîna jinan a ji bo jiyanek bê tundî, wekhevî û azadiyê ye û got: “Tevî kesên ku dixwazin jiyana me dorpêç bikin û destkeftiyên me bêqîmet bikin kî wekî jin em ê têkoşîna aştî, demokrasî, wekheviyê bidomînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.














