Mîhrîcana 4ê Nîsanê ya Mexmûrê di roja 2yemîn de bi pêşbaziyên werzîşî didome. Tîmên tev li mîhrîcanê bûyîn di gelek qadan re bi hev re ketin pêşbaziyê.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), 18emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4ê Nîsanê ku her sal bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi pêşbaziyên werzîşî yên rengîn berdewam dike.
Di çarçoveya bernameyên mîhrîcanê de li Sahaya 4ê Nîsanê bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyan dest pê kir. Di roja duyemîn de, xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî di gelek qadên werzîşê ketin pêşbaziyê.
Pêşbaziyên werzîşî yên rengîn

Di çarçoveya çalakiyan de pêşbaziyên wekî bilindavêtin, dirêjavêtin, beza maratonê, beza 100 metreyî û 400 metreyî û her wiha pêşbaziya bisiklêtê hatin lidarxistin. Xwendekarên wargehê bi coşeke mezin beşdarî pêşbaziyan bûn û di nava lîstikan de rihê piştevanî nîşan dan. Piştî bi dawîbûna pêşbaziyan, xwendekarên ku di qadên xwe de bûn yekemîn, duyemîn û sêyemîn, bi xelatên curbecur hatin xelatkirin.
Sibe wê dar bên çandin
Tê payîn ku mîhrîcan sibe danê sibehê bi çandina daran, ku sembola şînbûna jiyanê û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, dewam bike. Her wiha piştî çandina daran, mîhrîcan dê bi şahiyeke mezin a çandî bi dawî bibe.













