• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Stenbolê piştî Newrozê gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê piştî Newrozê gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Stenbolê piştî Newrozê gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê piştî Newrozê gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Mugla / AW

22 ADAR 2026 - 21:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li navçeya Mîlasê ya Muglayê, newroz bi çoşeke mezin hat pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got: “Kurd divê bêyî ku bikevin nava ferqa partî û îdeolojiyan, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; ev wekî wezîfeyekê li pêşiya me hemûyan e.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mîlasê, li cihê Bazara Akkentê pîrozbahiyeke girseyî li dar xist. Tevî parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp, nûnerên gelek saziyên sivîl û bi hezaran welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî herikîn qada Newrozê û beşdarî pîrozbahiyê bûn. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Newroz pîroz be” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Hunermend Rojkar jî bi stranên xwe reng da qadê.

Peyama Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin

Hevserokên DEM Partiyê yên Muglayê Zuhal Macid û Mehmet Kaya û Hevserokên navçeya Mîlasê Berîvan İşçi û Hanîfî Yilmaz, girse silav kirin û Newroza gel pîroz kirin. Piştî axaftinên silavkirinê, Endamê Meclîsa DEM Partiyê Kadir Baydur, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji Newroza Amedê re şandibû xwend.

‘Em qedera ji bo me hatî diyarkirin qebûl nakîn’

Parlamenter Semra Çaglar Gokalp di axaftina xwe de bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û destwerdana hêzên emperyalîst û anî ziman ku Kurd û gelên herêmê li dijî vî şerî xwedî helwest in û got: “Em wekî Kurd û gelên herêmê, li dijî vî şerê ku li Îranê dest pê kiriye û li tevahiya erdnîgariyê belav dibe, xwedî sekneke dijber in. Gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Kurd, baş dizanin ku şer wêranî ye û tiştekî bi destê gelan naxe. Sînorên ku beriya sed salan bi pergarê (cetvelê) hatine diyar kirin me nas nekirin û îro jî gelê Kurd van sînoran qebûl nake. Kurd li dijî vî aqilê sînoran bi sedsalan e li ber xwe didin. Ew aqilê ku sînoran xêz dike, îro jî dixwaze pêşeroja Kurdan û gelan diyar bike. Em ji vir, ji Muglayê careke din diyar dikin: Me ew qedera ku ji bo me hatiye birîn tu carî qebûl nekir û em ê qebûl nekin.”

Semra Çaglar Gokalp, bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya ku bi banga 27ê Sibatê ya Abdullah Ocalan dest pê kiribû û diyar kir ku aştî ji bo vê axê wekî av û nan hewce ye. Her wiha bal kişand ser rapora hevpar a di vê pêvajoyê de û got: “Wekî DEM Partî, me şerhek danî ser wê raporê. Ew şerh bi xwe, li dijî wê hişmendiya ku rastiya zimanê dayikê û nasnameya Kurd qebûl nake û pêvajoyê tenê di çarçoveya ‘ewlekariyê’ de dinirxîne, helwestek e. Têkoşîna me ya li dijî vê hişmendiyê hîn jî berdewam dike.”

Banga Yekîtiya Neteweyî

Semra Çaglar Gokalp destnîşan kir ku heta yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk neyê, li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê û got: “Hêzên mezin her tim xwestin me parçe bikin. Berê sînorên me, paşê jî zihnên me parçe kirin. Xwestin me di nava neteweperestiya teng de asê bikin. Lê Kurd û dostên wan, her kesê ku alîgirê demokrasî û azadiyê ne, bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk bersiva herî zelal di van qadên Newrozê de didin.”

Semra Caglar Gokalp axaftina xwe bi girîngiya nameya Newroza Amedê û ruhê Rojavayê bi dawî kir û got: “Nameya ku ji Newroza Amedê re hatî şandin, ne peyameke ji rêzê ye. Kurd divê bêyî ku li partî, îdeolojî û cudahiya ramanan binêrin, yekîtiya neteweyî ava bikin. Di dema pêvajoya Rojavayê Kurdistanê de Kurd li ser piyan bûn, ji bo parastina destkeftiyan li qadan bûn. Em neçar in ku wî ruhî li her derê û her demê biparêzin.”

Pîrozbahî bi stranên hunermend Rojkar û bi gerindana govendê bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanMilasNewrozpeyampîroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

22 ADAR 2026
Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

22 ADAR 2026
Leyla Zana: Gel Serok Apo li vir dixwaze

Leyla Zana: Girava Îmraliyê êdî girava Aştî û Azadiyê ye

22 ADAR 2026
Li Manîsayê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li Manîsayê Newroz bi coş hat pîrozkirin

22 ADAR 2026
Newroza Wanê bi dawî bû

Newroza Wanê bi dawî bû

22 ADAR 2026
Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

22 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Stenbolê wêneyên bi heybet: Erd û esman bû Newroz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newrozên Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dawî bûn HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê bi hezaran kes tê qada Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Rojeva sereke ya civînên me serkeftin û serhildana Wanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Cizîrê bi govend û dîlanê dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (903)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne