Li Mûş û navçeya Hezexê a Şirnexê pîrozbahiyên Newroza ku bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” tên pîrozkirin, dest pê kirin.
Newroza 2026an li gelek navendan bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li gelek navendan hat pîrozkirin. Îro jî bi hema dirûşman li Mûşê û navçeya Hezexê ya Şirnexê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin.
MÛŞ
Li Gar a Trênê ya Mûşê pîrozbahiyên Newroza bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” tên lidarxistin dest pê kirin. Welatî bi al, cil û bergên neteweyî berê xwe dan qeda pîrozbahiyan.
Tê payîn ku dê Hevaseroka giştÎ ya Partiya Herêmên Demokratîk Çigdem Kilicgun Uçar û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axaftinê bikin
HEZEX
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê pîrozbahiyên Newroza bi dirûşma “Newroza Azadî û Yektitiya Demokratîk” tên pîrozkirin bi coş destpêkir. Partiyên siyasî, saziyên sivîl ên demokratîk, nûnerên rêxistinên civakî û gelek kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiyan bûn. Tevî barana dibare jî gelek welatî ji serê sibê ber bi qada pîrozbahiyan ve herikîn.
Dayikên Aştiyê yên hatine li qadê bi stranên Botanê û govendan dest bi pîrozbahiyan kirin.














