Li avahiya Rêxistina DEM Partriyê ya navçeya Sokeyê, bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de pasta hat jêkirin û govend hat gerandin.
Li navçeya Sokeyê ya Aydinê, ji bo rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) şahiyek hat li darxistin. Di pîrozbahiyê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin û paste hat jêkirin. Di dema şahiyê de gelek caran dirûşma “Rojbûna te pîroz be ey serokê me” hat berzkirin.
Pîrozbahî piştî jêkirina pastayê û gerandina govendê bi dawî bû.













