Şaredariya Peyasê bi minasebeta 3ê Berfanbarê Roja Berastengdaran a Cîhanê şahiyek pêk anî.
Şaredariya Peyasê ya Amedê bi minasebeta roja berastengdaran bi beşdariya xwendekarên li Navenda Jiyana Berastengdaran a Musa Anter, berastengdarên lê dixwînin, malbat û nûnerên şaredariyê şahiyek pêk anî. Şaredariyê ji bo zarokan şahiyek pêk anî û ev roj pîroz kir. Bi boneya 3ê Berfanbarê Roja Berastengdaran a Cîhanê li Navenda Jiyana Berastengdaran a Musa Anter a ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Xizmeta Civakî de dixebite, bi beşdariya xwendekar û malbatên wan şahiyek hat li darxistin. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar jî beşdarî şahiyê bû. Di şahiyê de axaftinek kir û got: “Em wekî şaredarî xizmeta ji bo beşên dezavantaj, ji bo jiyana wan hêsantir bikin, çi ji destên me bê, em ê pêk bînin.”
Rûkeniya li ser rûyê berastengdaran dabû der, hêjayî dîtinê bû. Şahî bi dayîna konsereke muzîkê û pêşbirkên cuda yên di navbera zarokan de bi dawî bû.