Dîmenên ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li Şêxmeqsûdê hatine kişandin hovîtiya çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê radixe pêş çavan.
Komên çete yên li nava Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ku piştgiriyê ji dewleta Tirk digirin, ji 6’ê Çileyê û vir ve bi çekên giran êrişê dibin ser taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Benî Zêd ên Helebê. Di êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Ajansa Nûçeyan a Firatê dîmenên hovîtiya çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecîr pêk anîn weşandin. Dîmenên li nexweşxaneyê hatin kişandin hovîtiya çeteyan û felaketa mirovî ya li herêmê radixin pêş çavan. Cihên ku dibin hedefa êrişan jî bi giranî malên sivîlan û saziyên xizmetê ne. Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir piştî êrişê ji xizmetê derket.









