• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşvazîkirin            

    Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

    Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

    Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

    Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

    DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

    DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

    Li Elbakê û Şaxê agirê Newrozê hilbû

    Li Elbakê û Şaxê agirê Newrozê hilbû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşvazîkirin            

    Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

    Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

    Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

    Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

    DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

    DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

    Li Elbakê û Şaxê agirê Newrozê hilbû

    Li Elbakê û Şaxê agirê Newrozê hilbû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê: Divê rêberê aştiyê azad be

Mêrdîn / AW

14 ADAR 2026 - 16:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li navçeya Nisêbînê bi beşdariya hezaran kes pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Siyasetmedar Gultan Kişanak di pîrozbahiyê de got: “Eger têkoşînên ku li çaraliyê cîhanê tên meşandin bi aştiyê bi dawî bibin, wê demê mîmarê wê aştiyê, rêberê wê aştiyê, divê azad be.”

Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, pîrozbahiya Cejna Newrozê bi dirûşmeyên “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” hat lidarxistin. Welatiyan ku cilên xwe yên Kurdî û neteweyî li xwe kirin, ji danê sibehê ve dest bi herikîna qada Newrozê kirin. Welatiyan, bi alayên kes û sor û zer ketin qadê û li ber stranan govend gerandin.

Posterên cangoriyan hatin hildan

Tevî barana zêde ya li bajêr, welatiyan pîrozbahiya xwe ya Newrozê li meydanê berdewam kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêberên damezrîner ên PKKê Mazlum Dogan, Haki Karer, Sakîne Cansiz û gelekên din bilind kirin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan berz kirin.

Ciwan bi posterên Ocalan derketin ser dikê

Bi hezaran kesan bi nîşaneya serketinê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Piştî rêzgirtinê, endamên komîteya amadekar a Newrozê û yên di protokolê de ji bo axaftinan hatin vexwendin ser dikê. Dema ku axaftin berdewam dikirin, dirûşmeya “Bijî Rêber Apo” bênavber hat berzkirin. Li vê derê, komek ciwanan bariyerên polîsan derbas kirin û derketin ser dikê. Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKKê vekirin û dirûşme berz kirin. Dema ku ciwanan posteran nîşan dan, girseya li qadê bi coşeke mezin qîr kir û kelecan qet kêm nebû.

Salih Muslim hate bibîranîn

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan di pîrozbahiyê de axivî û bi bîranîna endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim ku jiyana xwe ji dest da, dest bi axaftina xwe kir. Tanhan pîrozbahiyên Newroza 1992yan û komkujiyên piştî wê bi bîr anî û diyar kir ku gelê Kurd piştî dayîna bedelên giran gihîştiye vê astê. Tanhan navên rêberên şoreşger ên ku jiyana xwe ji dest dane rêz kir û got ku ew ê bîranîn û têkoşîna wan zindî bihêlin.

Piştre siyasetmedar Gultan Kişanak axivî û gel û berxwedana Rojavay û Rojhilatê silav kir û Salih Muslim bi bîr anî.

Gultan Kişanakê destnîşan kir ku Kurd bi salan e têdikoşin û diyar kir ku ew ji bo wekhevî, perwerdehiya bi zimanê dayikê û îradeya gel têdikoşin. Gultan Kişanakê got: “Ev sedemên têkoşîna me ne, ev armancên me ne.”

Gultan Kişanakê diyar kir ku ew bi salan e ji bo azadî, wekhevî û aştiyê têdikoşin û got ku rêya berfirehkirina têkoşînê bi yekîtî û rêxistinbûna gel pêkan e.

‘Divê mîmarê aştiyê azad be’

Gultan Kişanakê ku got “Em dixwazin ev Newroz bibe Newrozeke aştiyê, bibe Newrozeke yekîtiya gelê me, bibe Newrozeke azadiyê” wiha got: “Em careke din bi awayekî pir zelal daxwaza xwe ya ji bo azadiya birêz Ocalan, mîmarê aştiyê, tînin ziman. Ger têkoşînên ku li çaraliyê cîhanê tên meşandin bi aştiyê bi dawî bibin, wê demê mîmarê wê aştiyê, rêberê wê aştiyê, divê azad be. Em vê daxwazê ??dikin.”

Gultan Kişanakê wiha domand: “Deriyên girtîgehan wê werin vekirin, yên li çiyayan wê werin, yên li sirgûnê wê werin. Ev gel wê mafê xwe yê siyaseta demokratîk bê astengî bi kar bîne.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi pêşengiya ciwan û jinan hat vêxistin. Gava agir hat vêxistin girseyê bi hev re dirûşmeya “Newroz pîroz be” berz kir.

Piştî axaftinan, Babetna derket ser dikê,û bi hezaran kes li ber stranan govend gerandin.

Etîket: NewrozNewroza 2026anNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

14 ADAR 2026
DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

14 ADAR 2026
Li Elbakê û Şaxê agirê Newrozê hilbû

Li Elbakê û Şaxê agirê Newrozê hilbû

14 ADAR 2026
Li Meletiyê pîrozbahiya Newrozê

Li Meletiyê pîrozbahiya Newrozê

14 ADAR 2026
Li Misircê Newroz hate pîrozkirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

Li Misircê Newroz hate pîrozkirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

14 ADAR 2026
Li Hezroyê pîrozbahiya Newrozê: Em azadî û yekîtiyê dixwazin

Li Hezroyê pîrozbahiya Newrozê: Em azadî û yekîtiyê dixwazin

14 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şîrîn Altay: Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên li Rojhilat di şertên şer de pêşwaziya Newrozê dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Newroza Amedê silava dawî ya hunermendekî mezin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (539)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne