Li navçeya Nisêbîne gel bi stran û sloganan ji bo meşa dê ber bi sînorê Qamişlo vê bê li darxistin kom dibe.
Li Nisêbînê ligel berdewamkirina çalakiya nobetê, amadekariyên meşa ber bi Qamişloyê ve bê li darxistin berdewam dirkin. Girseya li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê kom bûyî bi coşek mezin û bi gotina stranan li benda meşê ye. Komek dayîkên ji bo beşdariya meşê hatîn strana, “Bijî bijî Rojava” stirîn û bang li gelê Nisêbînê kirin ku tev li meşê bibin. Girse bê navber sloganên, “Rojava Rojhilate Kurdistan yek welat e” û “Bijî berxwedana Rojava” berz dikin.
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, parlementerên bajar û gelek nûnerên rêxistinên civakî dê tev li meşê bibin.












