Jin û ciwanên gundên Pênciwênê bi çandina daran rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Li seranserê Kurdistan û cîhanê bi boneya 4ê Nîsanê 77emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Divê çarçoveyê de duh li gundên sînor yên ser bi navçeya Pênciwênê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve pêngavek dar çandinê hate destpê kirin.
Dê hersal daran biçînin

Pêngav ji aliyê komek jin û ciwanên gundên Pênciwênê ve hate destpê kirin û gelek dar hatin çandin. Jin û ciwanan ragihandin ku ewê her sal bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan pêngavên dar çandinê bidin destpê kirin.
Piştî dar çandinê, ciwan û jinan paste belav kirin.













