Di Newroza dîrokî ya Amedê de ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên Tevgera Azadiyê Mahsun Kurkmaz (Agît) û Ciyagêr û ala PKKê rakirin.
Newroza Amedê ku bi dirûşmeya “Rebertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin, bi coşeke mezin didome. Bi sed hezaran kesên ku qad tijê kirin bi coşeke mezin Newroz tê pîroz kirin. Girseya li qadê, bi yek dengî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” berz dikin. Ciwanên li qadê kom bûn li ber stranan govend digerînin û dirûşma berzk dikin. Li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û li qadê digerin. Ciwanên qadê bi rakirina wêneyên Abdullah Ocalan û berzkirina dirûşmeyan Newrozê pîroz dikin. Ciwanan li qadê li gel posterê Abdullah Ocalan posterên pêşengên Tevgera Azadî Mahsun Kurkmaz (Agît), Ciyagêr û ala PKKê jî rakirin.