Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de nobeta ji bo piştevaniya Rojava ya li Qada Şêx Sêîd di doja duyemîn de didome. Rêveberên MEBYA-DERê û gelek kesan serdana nobetê kir.
HTŞ û DAIŞa ku Tirkiye piştgiriyê dide wan êrîşên xwe yên li ser Rojava ji 06ê Çileyê ve berdewam dike. Çeteyên HTŞê di rojên dawî de êrîşên li ser Rojava zêde kirine. HTŞ bi taybetî li Kobanê û Hesekê êrîşî gundan dike û sivîlan dikuje. Bertek û nerazibûnên li dijî van êrîşan jî zêde dibe.
Li Amedê jî li dijî êrîşên li ser Rova bi pêşentiya Platforma Saziyên Demokratîk li Qada Şêx Seîd a girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê çalakiya nobetê di roja duyemîn de didome. Îro endam û rêveberên MEBYA-DERê û rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Sûrê tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî, hevşaredarên navçeyên Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes amade bûn. Beşdarên çalakiyê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”,”Silav silav Rojava re hezar silav”, “Bijî berxwedana Kobanê” berzkirin.
Çalakiya nobetê bi dirûşme û çepikan dawî bû.















