Li Qamişlo, Tirbespiyê û Amûde bi deh hezaran kes bi diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekitiya demokratîk a Kurd” Newrozê pîroz dikin.
Şêniyên Qamişloyê û gundewarên wê bi heyecan berê xwe dan qada Newrozê ya li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê. Bi deh hezaran kesên li qadên gihiştin hev li ber dahol û zirneyan demek dirêj govend girêdan. Girseya sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” û “Bijî Kurdastan” berz kirin, bi tîlîlî û çepikan govend gerandin. Pîrozbaniyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê dest pê kir, dê bi axaftina Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yektiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo berdewam bike.
Her wiha Koma Şehîd Hîva, hunermend Daniş Botan, Koma Botan, hunermend Newroz Efrîn, Koma Şehîd Welat, hunermend Sefqan Orkêş, Koma Şehîd Sakîne Cansiz û hunermend Raman Darî dê derkevin ser dikê.
Tirbêspiyê
Gelê bajarê Tirbespiyê û gundên herêmên Cereh, Aliyan û Sinceq jî li gundê Derîcîk ê Tirpespiyê kom bûn. Girseya sloganên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Newroz”, “Bijî berxwedana YPG û YPJê” li ber dahol û zirneyê govend girêda. Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir. Qada Newrozê bi wêneyên cangoriyan, alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hate xemilandin.
Di pîrozbahiya Newrozê de dê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso û Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Selma Xelîl baxivin. Her wiha Koma Şehîd Xebat, Koma Şehîd Rêwan, Koma Şehîd Sabrî, Koma Raman û hunermend Alan Rêbwar û hunermend Hojîn Herîs derkevin ser dikê.
Girse bi awayek coş govenda li dora agir didomîne.
Amûdê
Li bajarê Amûdê jî şêniyên bajar û gundewarên wê berê xwe daye qada Newrozê ya li gundê Çaxir Bazar. Komîteya amedakar ji bo ku gel bikare beşdarî Newrozê bibe ji gelek gundan erebe rakirin. Di bernameya Newrozê ya Amûdê de dê agirê Newrozê ji aliyê malbatên cangoriyan ve were dadan. Axaftin werin kirin û piştre Koma Agirî, Koma Serdem, Koma Şehîd Delîla, Koma Şehîd Mizgîn, hunermend Sîpan Agirî, hunermend Hemûde û hunermend Bilind hunerên xwe pêşkêş bikin.





















