Gelê Suryan, Aşûr û Keldan li Qamişlo û Tirbespiyê bi boneya Cejna Ekîto bi çalakiyên cihêreng pîrozobahî li dar xistin.
Partiya Yekitiya Suryan li gundê Demxiya Mezin yê Qamişloyê û li Gundê Girê Şêran ê Tirbespiyê bi munasebeta Cejna Ekîto pîrozbahî li dar xist.
QAMIŞLO
Li gundê Demxiya Mezin ê bajarê Qamişlo pîrozbahî bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kirin. Piştî rêzgirtinê Koma Keşaf a Komeleya Çandî ya Suryan derketin ser dikê. Her wiha pêşangehek ku padîşah û şahbanû wekî sembolên mîrateya Suryanî hatin nîşandan.
Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê Senherîb Bersûm axivî û destnîşan kir ku mafên neteweyî, ziman û çandî mafên bingehîn in û diyar kir ku divê mafê Suryanan bi destûran binghîn werin parastin.”
Piştî axavtina Senherîb Barsûm Koma Yersûsa derket ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kir.
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman Cejna gelê Aşûr, Keldan û Suryan pîroz kir û da zanîn ku Cejna Ekîto sembola nûbûnê ye û wiha got: “Divê hemû pêkhateyên ji bo Sûriyeyê werin ba hev û bi hev re Sûriyeyê ava bikin. Divê taybetî rola jinê di avakirina welat de sereke be”.
Koma Yersûsa a biçûk û mezinan derketin dikê. Piştre jî ser navê Komeleya Çand a Suryanî Besam Îşo helbestek xwend.
Koma Bermaya ya Suryan dîlan pêşkêş kirin. Pîrozbahî bi awazên Hunermend Hovik, muzîsyan Zinar Resûl û govend gerandinê bi dawî bû.
TIRBESPIYÊ
Pîrozbahiya Cejna Ekîto li gundê Girê Şêran ê Tirbespiyê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê Şahmîran Danho axivî û got: “Herêm bi çand û yekitiya hemû pêkhateyan dewlemend e lê belê mixabin hîna jî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê gelê Suryan paşguh dike.”
Piştî wê peyamên pîrozbahiyê yên Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û partiyên siyasî yên Kurd hatin xwendin. Di dawiya şahiyê de koma Lamîta ya girêdayî Komeleya Çandî ya Suryanî derket dikê, awaz û helperkên Suryanî pêşkêş kirin.








