Li Qamişloyê Komxebata Yekrêziya Kurdî tê lidarxistin. Di komxebatê de Îlham Ehmed destnîşan kir ku lidarxistina konfernasê nîşaneya asta zanebûna neteweyî ya gelê Kurd e û divê cudahiya îdeolojî di nava civaka Kurd de nebe sedema parçebûnê.
Komxebata “Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê” li bexçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo dest pê kir. Komxebat ji aliyê Navenda Firatê ya Lêkolînan ve hatiye birêxistinkirin. Li komxebatê rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner, wêjevan, rojnamevan û hunermendên Kurd, çalakvan, nûnerên ji hemû partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) amade ne.
Piştî deqeya rêzigirtinê û diyarkirina bernameyê komxebatê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed axivî.
‘Tevahî Kurd li dijî parçebûnê ne’
Îlham Ehmed bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û got: “Hemû biryarên ku di konferansê de hatine dayîn di vê serdema dîrokî de zanebûna neteweyî û têgihîştinê di asta herî jor a gelê Kurd nîşan dide. Di nava tevahî aliyên Kurdî zanisteke wiha hatiye avakirin her kesek di aliyê xwe de bi rihê berpirsiyartiyê radibe û dixwazin itîfaqên li dijî parçebûna Kurdan dubare nabin. ”
‘Konferans ji bo pratîkkirina tifaqa Kurdî bû’
Îlham Ehmed lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi avêtina gavekek dîrokî ji bo pratîkirina tifaqan pênase kir û wiha domand: “Rastiyek wiha heye ku ev cudabûnê fikr bandora xwe li ser dan û standinan dike. Divê em wekî dewlendî li vê cudabûnê binerin û nehêlin ku bibin sedema parçebûnê.”
‘Divê cihê Kurdan di rêvebirina Sûriyeya nû de hebe’
Îlham Ehmed îşaret bi vê yekê kir ku divê cihê Kurdan di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de hebe û got: “Di nav hemû civakan de cudabûna îdeolojîk heye, lê ev cudabûn ti carî nebûye sedema parçebûn û nebûye sedemê yekalîbûnê. Ev xaleke pir girîng e ji bo pêşxistina gelê Kurd û avakirina Sûriyeya nû. Dersê ku em dîrokê derdixin pir girîng in. Divê civak neyê parçekirin. Îro li Tirkiye Kurd û Tirk êdî diyaoglê dikin. Em karibin bi hev re vê pêvajoya bi rêve bibin di wê baweriyê de ne ku ji bo pêşerojê em dikarin gavên pir girîng û rast bavêjin.”
Komxebat dê li ser 3 xalên bi sernavên “Girîngiya xurtkirina yekrêziya Kurdî”, “Aliyê neteweyî yê belgenameya konferansa yekrêziya Kurdî” û “Rola Kurdan li Sûriyeyê û bijarteyên destûrî” bi rê ve biçe.
Komxebat dewam dike.