Li navçeya Qelqelî ya Wanê Navenda Bêhnvedan û Serlêdanê ya Jinan a Rindêxanê hat vekirin.
Şaredariya Qelqelî a Wanê Navenda Bîhnvedan û Serlêdanê ya Jinan a Rindêxanê li navenda navçeyê vekir. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulderen Varli û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal ku li şuna wê qeyûm hat tayînkirin û gelek jinên din di merasîma vekirina navendê de amade bûn. Jinan di dema vekirinê de govend gerandin û gelek caran dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Di merasîma vekirinê de aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel axivî got, “Jin dê pêşengiya civaka demokratîk bikin.”