Gerîlayên HPG û YPJ Startê li bilindahiyên çiyayên Qendîlê agirê Newroza 2026an bi coş û peroşek mezin dadan.
Pîrozbahiyên Newrozê li çar aliyên Kurdistanê berdewam dike. Deverek bi Newrozên xwe herê zêde balê dikişîne jî çiyayên Qendîlê ne. Şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzen YJA Starê li Qendîlê agirê Newroza 2026an pêxistin. Gerîla li dora agirê Newrozê li hev civiyan û Newroz bi coş û kelecaneke mezinpêşwazî kirin. Li qada ku agir lê hate dadan gerîlayan govend gerandin û biryardariya têkoşîna azadiyê bi agirê Newrozê careke din nîşan dan.













