Li navçeya Qilebanê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez di pîrozbahiyê de wiha got: “Heta gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bibin xwedî statu dê têkoşîna me bidome.”
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê Newroz bi dirûşmên “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hate pîrozkirin. Bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn. Tevî baranê jî welatî ji qadê kêm nebûn û pîrozbahî berdewam kirin. Welatiyên ku bi cilên neteweyî û rengên kesk, sor û zer ve beşdarî pîrozbahiyê bûn bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Pîrozbahî bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir û bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê ve dewam kir.

Hevseroka DEM Partiya Şirnexê Taybet Bîlgîn di pîrozbahiyê de axivî û got: “Agirê Newrozê yê ji Rahşan û Mazlûman ku berdewam kirin, dê netemire. Divê em yekîtiya xwe xurt bikin û destê Rêberê xwe xurt bikin.”
‘Yekîtî dê azadiyê mîsoger bike’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez jî diyar kir ku Newroza 2026an ji bo gelê Kurd pirr girîng e û wiha axivî: “Em îro li qadan Newroza girtiyan û nexasim ya Rêber Ocalan pîroz dikin. Me ji bo vê yekê gelek berdêl dan. Em ê ji Kawayê Hesinkar heta Mazlûman tu yekê jibîr nekin. Armanca wan azadiya gel bû. Em niha carekî din bang dikin: Heta li çar parçeyên Kurdistanê statuya gelê Kurd neyê qebûlkirin dê têkoşîna me bidome. Mijara din a girîng jî divê yekîtiya Kurdan pêk were. Ev yekîtî dê azadiya me mîsoger bike. Divê desthilata Tirkiyeyê gavên şênber biavêje û em bi mîmarê pêvajoyê re werin cem hev û Newroza wî pîroz bikin.”
Piştî axaftinan bi dirûşam “Newroz pîroz be” agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahî li ber stran û gerandina govendê ve bi dawî bû.














