Li gundewarên Reqayê 3 zarok ji ber teqemeniya bermahiyên şer bi wan ve teqiya birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê der barê li Reqayê teqemeniya bermahiyên şer ve bi zarokan ve teqiya daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li devera navbera gundên Xanim Elî û Bû Hemed a Rojhilat 3 zarok di encama teqîna mayînên ji bermahiyên şer birîndar bûn. Hate gotin her sê zarok dema bi mayînê dilîstin mayîn bi wan de teqiya û di encamê de her sê jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dengê teqînên li herêmê hate bihîstin ji ber teqîna bermahiyên şer e.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Meclisa Leşkerî ya Reqayê herêmê ji mayînan paqij dike.