Şervanpn HSDê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li Reqayê serçeteyekî xeternak ê şaneyên veşartî yên DAIŞê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê ya bibandor li bajarê Reqayê li dar xist. Di encama operasyonê de endamekî xeternak ê şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst hat girtin.
Operasyon piştî şopandina tevgerên terorîstê bi navê Ehmed El Mehmûd ê bi navê Ebî Mensûr tê naskirin, hat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de agahiyên îstîxbaratî li ser tevgerên wî û cihên ku xwe lê vedişart hatin komkirin. Hêzên me cihê terorîst ku xwe lê vedişarat dopêç kir, bêyî ti xisarî jî wî girt.
Destê terorîstê hatî girtî, di hedefgirtina nuqeteyên leşkerî yên hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hene. Her wiha di êrişên li dijî sivîl û erebeyan de cih girt, da ku tirsê belav bike û ewlehiyê xirab bike.
Hêzên me teqez dikin ku dê şopandina bermahiyên şaneyên DAIŞ a terorîst û zuhakirina jêderên wê yên madî û manewî bidomînin ta ewlehiya şêniyan me û herêmên me mîsoger bibin.”