• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

    Di agirbesta DYA û Îranê de hewildanên propagandayê û rastî

    Midurê Girtîgeha Turkoglûyê ji girtiyan re got: Ez we bernadim

    Bipêkirinên li girtîgehan didomin: Av wekî heriyê diherike

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

    Di agirbesta DYA û Îranê de hewildanên propagandayê û rastî

    Midurê Girtîgeha Turkoglûyê ji girtiyan re got: Ez we bernadim

    Bipêkirinên li girtîgehan didomin: Av wekî heriyê diherike

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rihayê civîna gel: Êdî dema azadiya Ocalan hatiye

Riha / AW

17 KANÛN 2024 - 17:31
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Riha – Di çarçoveya “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” de li Baroya Rihayê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de hat xwestin ku Rêberê PKKê Abdulah Ocalan bigihije azadiya xwe û demildest pirsgirêka Kurd were çareserkirin.

Di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” ku hatibû destpêkirin, gihîşt Rihayê. Li Rihayê serdan û çalakiyê di çarçoveya meşê de berdewam dikin. Li Rihayê piştî li Parka Alî Şelî daxuyanî hat dayîn. Şande dabeşî sê koman bû. Şandeyek çû serdana navçeya Xelfetiyê, şandeyek jî çû serdana navçeya Pirsûsê û şandeyek jî serdana Baroya Rihayê kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, aktîvîsta TJAyê Çaglar Demîrel û Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat jî di nav de li Eywana Civînê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê civîna gel li dar xist in û der heq û armanca meşa dane destpêkirin de axaftin û agahdarî kirin. Gelek welatî jî tev li civînê bûn.

‘Tecrîd dibe sedemên krîzan’

Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat ewilî axivî û destnîşan kir ku li her dera Tirkihyeyê di her warî de xitmandinek mezin heye û wiha got: “Pirsgirêkên li Tirkiyeyê ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Birêz Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê ye û tecrîdek giran li serê heye. Di wan sê salên çareseriyê de em hemû rehet bûn. Cenaze nedihatin û cih û war hilnediweşiya. Lê qutbuna pêvajoyê çêbû û hemû mafên mirovan dîsa hat destpêkirin. Şer dest pê kir. Krîzên aborî û civakî çêbûn. Sedema krîzan jî vî şerê qirêj e.”

Canpolat: Em dixwazin tecrîd rabe û şert baş bibin

Kerem Canpolat anî ziman ku ji bo rakirina tecrîdê û ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, salek û sê meh in kampanyek dane destpêkirin û got: “Kampanya bi çalakiyên cur bi cur didome. Ev meşa me jî di çarçoveya kampanyayê hat destpêkirin. Heke tecrîd were rakirin dê li hemû zindanan şert baş bibin û wê li derve jî rehetiyek çêbe. Ev meşa me jî ji bo çareseriyê û azadiyê ye. Em dixwazin hemû kes gavekî biavêje. Gelek pêvajoyên muhîm û girîng me derbas kirin. Lê ev meş û çalakiyên me jî ji bo siberoja me pirr girîng in. Em tev destê xwe bidin hev û piştgiriyê bidin vê meşa me. Armanca me ew e ku em balê bikişînin ser tecrîdê û hemû pirsgirêkên li welatê me. Em dixwazin raya giştî ya Tirkiyeyê ji meşa me û daxwaza me fêm bike.”

Demîrel: Ev meşa me meşa azadiya birêz Ocalan e

Akttîvîsta TJAyê Çaglar Demîrel jî axivî û bal kişand ser armanca meşê û got: “Ev meşa ku me daye destpêkirin, hem ji bo azadbûna gelê Kurd û gelên din û azadiya jinan e. Ya herî girîng jî ev meş ji bo azadiyê ye.”

Demîrel bal kişand ser êrişên li ser Rojava û wiha axivî: “Rojava wekheviya hemû gelan û şoreşa jinan ava kiriye. Her kes dikare li wir bi çand û ziman û baweriya xwe bijî. Lewma Tirkiye û dewletên din dixwazin Rojava teng bikin û êriş dibin ser. Rojava di Rojhilata Navîn û cîhanê de bûye mînak û modelek. Gelek bindest û jinên cîhanê Rojava ji xwe re mînak dibîne. Divê her kes ji bo Rojava bibin. Divê jinên Kurd û hemû jinên cîhanê ji bo Rojava destê xwe bidin hev û xwedî lê derkevin. Em jin li ku derê bin bila bibin, em deng û piştevaniya xwe ji bo Rojava nîşan bidin. Em bi her awayî piştevaniya Rojava bikin. Bila sînorên navbera me û Rojava bên rakirin. Yekitiya Kurdan û yekitiya jinên Kurd muhîm e. Divê bi her awayî çavê me li ser Rojava be. Divê em li Rihayê xebatek û têkoşînek wisa bimeşînin divê em nehêlin ku kese êrişî Rojava bike.”

‘Muxtabê çareseriyê birêz Ocalan e’

Demîrel destnîşan kir ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan navnîşana çareseriyê ye û wiha got: “Bila tecrîd rabe û birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe. Çimkî felsefeya wî ji bo erdnîgariya Rojhilata Navîn çareserî ye. Em dibêjin bila tecrîd rabe û çareseriya demokratîk û azadî pêk were. Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e. Bila bigihîje azadiya xwe ku dikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike. Banga me li Enqereyê ev e; ji bo çareseriyê tecrîdê rakin û bila hevdîtin bên destpêkirin.”

‘Înkarkirina Kurdan didome’

Herî dawî jî Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û wiha got: “Li Komara Tirkiyeyê sedsal in înkara Kurdan didome û pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin. Dîsa em bi armanca çareseriyê û azadiyê li Rihayê cem we ne. Divê ne Kurd, divê zihniyet û nêzîkatiya dewletê li hemberî me biguhere.

Divê hemû cîhan xwedî li Rojava derkeve

Yek ji armanca meşa jî ew e ku êriş û dagirkeriya li ser Rojava bi dawî bibe. Rojava cih û warê hemû netewan e. Em dixwazin hemû cîhan li Rojava xwedî derkeve. Şoreşa Rojava hemû serdestiyên li ser civakê û jinan tarûmar kir û hişê netew dewletan têk bir.

Divê êdî birêz Ocalan azad bibe

Di neçareserkirina pirsgirêka Kurd cihek ku ev desthilatdarî biçê nemaye. Li aliyekî dixwazin atmosferekî çêkin li aliyekî tecrîdê didomînin, qeyûm tayînî ser vîna gelê Kurd dikin û êrişî Rojava dikin. Em neçar in ku li dijî neçareserkirina pirsgirêka Kurd refleksek çareseriyê nîşan bidin. Rejîma tecrîdê li tu cihê cîhanê nîn e. Aştî û çareseriya bi rûmet hatiye tecrîdkirin. Divê di warê hiqûqê de birêz Ocalan azad bibe. Çimkî rêgezên hiqûqê vê azadiyê dixwaze. Muxatabê esas birêz Ocalan e û lewma divê were azadkirin.”

Li navçeya Xelfetiyê û Pirsûsê jî şandeyên “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” daxuyanî dan û bal kişandin ser armanca meşê.

 

Etîket: DBPMED TUHAD-FEDMeşa AzadiyêRihaTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DBP: Sansurkirina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin

DBP: Sansurkirina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin

2 NÎSAN 2026
Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê dar çandin

Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê dar çandin

2 NÎSAN 2026
Turnûvaya futbolê ya Festîvala Rojên Amarayê berdewam dike

Turnûvaya futbolê ya Festîvala Rojên Amarayê berdewam dike

1 NÎSAN 2026
‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

26 ADAR 2026
MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

25 ADAR 2026
Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

22 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Wanê: Bajêr ji bo erdhejeke nû ne amade ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Binyada Gerdûnê û Bûka Salê: Çarşema Sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amerîka û Îranê agirbesta demkî ragihand, Îsraîlê jî qebûl kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TJA: Werin em ji bo azadiyê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê bicivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşekerên tirk gundekî Amûdê gulebaran kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (305)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne