Li Rihayê civînên “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” bi girseyî berdewan dikin.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” bênavber didomin. Di civînan de pêrspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xwendin û banga bidîmen tê temaşekirin. Civîn her bajar bi girseyî berdewam dike.
Li Rihayê taxa Sahayê ya Bêrecûkê, gundê Kalkan û taxa Devteştî ya Xelfetiyê, gundê Boydê û Kolika yên Pirsûsê, gundê Sigircik a Bozovayê, gundê Mezir a Sîweregê, Wêranşerê bi girseyî civînên gel hat lidarxistin.