Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê li Qamişlo kinc li nexweşan belav kir û li gundên Kobaniyê jî şîr û solên zarokan belav kirin.
Kar û xebatên Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê berdewam dikin. Saziyê li taxa Halîliye ya Qamişloyê alîkariyên mirovîn li welatiyên malên wan ji lêhiyê zirar dîtin, belav kir. Ji 19 malbatên malên wan di bin lehiyê de mayîn re alîkariya darayî û pêwistiyên malê hate kirin.
Li Kobanê sol li zarokan hatin belavkirin
Li gundê Qirmoxê yê Kobaniyê jî Hevya Sor a Kurd bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê li 200 zarokan sol belav kirin. Her wiha saziyê di heman demê de alîkariya şîrê zarokan jî malbatên xwedî pêwistî re kir.













