Bi boneya cejna Remezanê gelê Rojavayê Kurdistanê li hemû bajaran çû serdana pakrewangehên şehîdan û cejna Remezanê pîroz kir.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî nimêja cejna Remezanê gel berê xwe da parrewangehan. Li gorî nûçeya ANHAyê li bajarê Dêrikê, Girke Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Til Temir û Kobanê gel pêşiyê pakrewangehên şehîdan ziyaret kir. Li bajarê Dêrikê û gundewarên wê serdana Pakrewangeha Şehîd Xebat hate kirin. Bi sedan kesî li Tirbespiyê, Pakrewangeha Şehîd Dilşêr û li Qamişlo jî serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kir.
Şervanên HSDê û meclisên malbatên şehîdan gel pêşwazî kir
Şêniyên Hesekê û gundewarên wê serdana Pakrewangeha Şehîd Dijwar kir. Li Dirbêsiyê di seatên sibê de Pakrewangeha Şehîd Rûstem Cudî, li Til Temir Pakrewangeha Şehîdan û li Kobanê bi hezaran kesî berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Dicle û cejna Remezanê pîroz kirin.
Li pakrewangehên şehîdan şervanên HSDê û meclisên malbatên şehîdan gel pêşwazî kir û cejna Remezanê li wan pîroz kir.






















