Şervanên YPJ û HSDê bersiv da êrişa çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê yên li ser Til Leben ê Hesekê 4 çete hatin kuştin û 2 wesayîtan jî hatin derbkirin.
Çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê yên bi piştgiriya dewleta Tirk êrişî Til Leben ê Çiyayê Kizwana yê rojavayê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê kir.
Şervanên HSD-YPJê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan da. Di encama bersivdanê de 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn û 2 wesayîtên çeteyan jî hatin derbkirin.
Ev êriş, di demekê de agirbest hatiye ragihandin, pêk tê.











