Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di parastina Gelekî de balê dikişîne ser şerê sêyemîn ê cîhanê ku Rojhilata Navîn kiriye navend wiha dibêje: “Îro yek ji mijara herî sereke kaosa li Rojhilata Navîn e. Êdî kes ji nedîtî ve nayê. Yên îdîa dikin ku xwediyên esîl ên herêmê ne û yên îdîa dikin ku xwediyên nû yên herêmê ne jî bi çareseriyeke nû nêzî herêmê nabin.”
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di parasnameya xwe ya “Parastina gelekî de balê dikişîne ser qeyrana li Rojhilata Navîn û şere sêyemîn ê cîhanê ku îro pêş dikeve. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di beşa “Di şaristaniya Rojhilata Navîn de kaos û çareseriya muhtemel” û sedemên kaosan analîz dike û li çareseriyê digere.
‘Şerekî bêplan heye’
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan diyar dike ku li Rojhilata Navîn sêyemîn şerê cîhanê bi awayekî xweser pêk tê û vê yekê wekî rastiyekê dinerxîne. Abdullah Ocalan balê dikişîne ser taybetiya şerê sêyemin û van nirxandinan dike: “Lê ev şer ji aliyên xwe yên klasîk ên eskerî û siyasî wêdetir taybetiyên wê hene. Tê gotin ev şerê şaristaniyan e; ev tarîfeke rast e. Lê naveroka vê tarîfê têra xwe nayê şîrovekirin. Aliyên civakî û dîrokî baş nayên ravekirin. Alî, rêbaz û armanc zelal nînin. Tevî ku pir behsa plan û projeyan tê kirin, şerekî herî bê plan ku hema bêje bi xwe dimeşe heye. Em bi şerekî wisa re rûbirû ne. Mîna ku armanca wî afirandina kaosê be. Civak û dewletên Rojhilata Navîn bi awayekî rastîn gidîş û loda pirsgirêkan e. Ji dîroka herî qedîm, pirsgirêkên ketine serhevdu û hatine tepisandin, civak bê nefes hîştine. Rejimên ji aliyê kapîtalîstan li ser serê wan hatine danîn ji bo çareseriyê bibînin, bi xwe bûne çavkaniya pirsgirêkan. Ne bi xwe dikarin çareser bikin, ne jî dihêlin hêzên hundur û der ve çareseriyê pêk bînin.”
‘Divê pirsgirêk tenê îslam neyê dîtin’
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan destnîşan dike ku eger pirsgirêk tenê wek Îslamê were bi navkirin, kêmasiyeke pir mezin e û wiha berdewam dike: “Li herêmê zêhniyet hene ji dînên yek xwedayî jî wêdetir kokên wan digihîjin serdema neolîtîkê. Gelek rastiyên civakî û sîstemî pêk hatine bi gotina netew nayên bi navkirin. Ne her eşîr, hema bibêje her malbat mîna dewletekê xwedî pirsgirêkên tevlîhev e. Newala di navbera mêr û jin de dîsa bi qasî newala di navbera dewlet û civakê de mezin e û ji hev re xerîb ketine. Mîna di efsaneyê de li binya Qûleya Babîlan kaoseke kor, kerr û lalan ên ji hevdu fêm nakin heye. Fena ku efsane dîsa li heman cihê, xwe bi ruh dibe. Li derdora hêza heftê welatî hewl didin. Lê alozî û tevlîhevî her roja diçe mezintir dibe. Şerê Cihû û Ereban ê ji serdema Fîrewnan ve mayî hînê jî bi heman lezê dewam dike. Operasyonên ji dema qralên Sumeran li dijî Kurtiyan (Kurdan) hînê bi heman dijwariyê dewam dikin.”
‘Civaka Rojhilata Navîn hucreya kok e’
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ser sedema pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî radiweste û van nirxandinan dike: “Wê wextê divê em bersivên zelal bidin vê pirsê; li Rojhilata Navîn pirsgirêk çawa digihîjin vê rewşê? Civaka Rojhilata Navîn, hucreya kok a civakan e. Hêza xwe jî ji vê taybetiyê werdigire. Teoriya hucreyên kok ji bo civakan jî dibe. Sîstema kapîtalîst ji çanda parzemîna Emerîkayê heta Pasîfîk-Avûstralya, ji wir jî heta Hînd, Çîn û Japonyayê; ji Efrîkyayê heta Rûsya-Başûrê Sibîrya belav dibe. Mîna ku di şerê şaristanî û çandan de bi ser ketibe. Lê belê li Rojhilata Navîn ji salên 1800 ve gelek hewldanên xwe bûn û hînê jî nekariye sîstemê zevt bike. Belkî jî pirsgirêkên mezin ên di şerên cîhanê de nehatine dîtin diqewimin, rewşên ji şerên asîmetrîk wêdetir jî hene. Eşkere ye, sedemê tengavbûna wan ji awayê hûnandina civakê ye. Qraliyet û feodalîzma şoreşa Fransî çareser kir û feodalîzm û Çartiya şoreşa Rûsyayê çareser kir mîna hevdu ne, bi avahiyên jor re mijûl bûn, ti têkiliya wan bi hûnandina civakî re nîne. Dîsa jî teşxîskirin û çareserkirina wan a van avahiyan pir bi zehmetî dibe. Jixwe ev şoreşên behsa wan tê kirin li avahiyên jor qewimîne û nekarîne xwe xilas bikin ku di asta herî nizim de bi kapîtalîzmê re negihîjin hevdu. Li ser civak û avahiyên jor ên Rojhilata Navîn jî modelên ferz kirine, bihêlin pirsgirêkan çareser bikin, hînê kûrtir û girantir kirine. Di dawiyê de divê mirov şerê şaristaniyan baş fêm bike. Ya rastîn, çî ye ku şaristaniya Rojhilata Navîn ev çend têkoşer û di warê çareseriyê de neçar dihêle? Çima li deverên dunyayê yên têne zanîn bi destwerdana li şaristaniyan çareserî pêk tên, lê çima li şaristaniya Rojhilata Navîn heman rêbazên çareseriyê bi ser nakevin?”
‘Hemû rengê genedîk di hucreya kok de veşarî ye’
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ser şaristaniya dayik jî radiweste û wiha dibêje: “Bersiva pirsê di rastiya şaristaniya dayik û makeyê de radizê. Çawa ku dayik xwe naşibîne zarokê xwe û zarok neçar e li diya xwe biçe, ew jî erdên jê bûne nikarin bişibînin xwe; bi hin aliyan be jî neçar e ew bişibin şaristaniya dayik. Eger em dîsa li mînaka hucreya kok vegerin, em dikarin hemû rengên genetîk ê van hucreyên ji hucreya kok zêde bûne bibînin. Lê mirov nikare hemû rengên genetîk ên hucreya kok di hucreyên jê zêdebûyî de bibîne. Bêguman, eger mirov rastiyên civakî zêde bi rastiyên biyolojîk re rûbirû û qiyas bike, dikare mirov bibe şaşî û çewtiyên mezin. Lê dîsa jî ji bo mirov hin meylan rast bibîne rêbazeke pêşî veker e. Diyar e, divê şaristaniya sîstema kapîtalîst hînê bi awayekî kûr û xweser nêzî şaristaniya Rojhilata Navîn bibe. Em wexta xwe li analîzkirina şaristaniya Rojhilata Navîn rakişînin, divê beriya her tiştî em li ser rengê avabûna zêhniyetê rawestin. Sê dînên mezin ên yek xwedayî di derketin û bi cihbûna zêhniyeta erêmê de xwediyê roleke bingehîn in. Di vî warî de gelek dabaş û mijarên bingehîn hene ji bo sosyolojiya dîn çareser bike. Ev hewldan û xebat divê bi wêje û şaxên din ên hunerê berçav bibe. Eger em nirxên serdema neolotîk ên li herêmê ku hînê jî bi bandor in ji hev nekin, di destnîşankirina nexşa rê de wê kêmasiyên mezin bibin. Ji aliyê din ve, li herêmê malbat, qebîle û mezheb ku wek malikên piçûk li bin qewm û dînên bi îqtîdarê re bûne yek, hebûna xwe dewam dikin.”
‘Divê ji kok ve hişmendî bê guhertin’
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ser koka qaliben hişmendiya kapitalîzmê jî radiweste û wiha dinirxîne: “Qalibên zêhniyetê yên kapîtalîzmê li herêmê rê li ber wan vekirine, kengî bişikên wê manîdar bibin. Pêwîst e em li koka qalibên zêhniyetê di destpêka dîrokê de û heta beriya wê di serdema pir xwedeyan de, li cîhana mîtolojiyan, bi taybetî jî di mîtolojiya Sumeran de bigerin, naxwe zehmet e, mirov karibe zêhniyetên di nav hev de hatine hûnandin, fêm bike. Di rastiya îro ya Rojhilata Navîn de gotin û pratîk, têgîn û rastî, xeyal û heqîqet, dîn û jiyan, zanist û îdeolojî, felsefe û dîn, exlaq û qanûn zêde tevlîhev in, di nav hev de ne, xirabûyî û pûç in. Hema bêje hemû qalibên zêhniyetê yên mirovatiyê naskirine, tevî qirêjiya rê li ber vekirine, mîna gidîş û loda pirsgirêkan radiwestin. Çi zimanê kevin û çi jî zimanên nû, rewşa muhafezekar a zêhniyetan baş îfade dikin. Di van sedsalên dawiyê de li ser têgînên welat, netew, dewlet û hwd. korfêmî, nezanî û xeşîmiyeke mezin heye. Di navbera hêmanên zêhniyeta hemdem û hêmanên zêhniyeta serdema navîn û arkaîk de zewaca herî bi şaîbe û qusûr pêk tê. Eger avahiyên zêhniyetê yên Rojhilata Navîn neyên bombekirin û di şûnê de bombebaraneke li ser avahiyên fizîkî polîtîk, civakî, huqûqî, aborî – were kirin, wê mîna di roja me ya îro de ku em dibînin, di encamê de zêhniyeteke fermî yan jî ne fermî rê li ber teror, komkujî û kiryarên bi êş vebike.”
‘Şer û îqtîdar ji çareseriyê dûr in’
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ser têkiliya şer û îqtîdarê jî radiweste û wiha dibêje: “Li Rojhilata Navîn avabûyîna îqtîdarê li gorî deverên din ên cîhanê cudatiyên xwe yên girîng hene. Rastiya îqtîdar û şer jî ji hûnandina zêhniyetê kêm tevlîhev nînin. Tevî ku şer û îqtîdar ji saziyên herî kevin ên herêmê ne, di navbera wan û jiyana aborî-civakî de qutbûneke mezin û paradoks bi cih bûye. Têkiliyên di navbera wan de ji hûrik heta mezin, ji nermik heta hişk, li her cure demagojî û zordestiyê vekirî ne. Rasyonalîte kara herî hindik e, maneyê dibîne. Şer û îqtîdar di sosyolojiyê de ji çareserbûnê dûr in, mîna di nav şaxên dînî, etnîk, aborî, çînî û siyasî de hatibin bi sînorkirin. Eger şer û îqtîdara ku ji têgîneke xwedayê mucered heta derbeke cobê hişk îfadeyên xwe hatibin daxistin, rast neyên analîzkirin, mirov nikare dîmenekî rastîn ê Rojhilata Navîn bi dest bixe. Saziyên civakî û bi taybetî rastiya malbatê herî kêm bi qasî têgîna îqtîdarê tevlîhev e. Mêr û jinên Rojhilata Navînî ew çend tevlîhev in divê bi awayekî xweser werin analîzkirin. Eger analîzeke malbatê, jinê û mêrê serwer bi qalibên giştî yên sosyolojîk bêne kirin wê gelek bi kêmasî bibe. Aliyên herî hişk û tarî yên rastiya siyasî, îdeolojîk û exlaqî bi jin û mêr têne nîşandan. Nakokiyên di nava malbatê de ji yên di nava dewletê de kêmtir nîn in. Malbat ji saziyeke civakî wêdetir maneya wê heye, mîna “qulika tarî” ya civakan be. Em wexta mijara jinê digirin bin hûrbînê, gengaz dibe ku em drama hemû mirovatiyê bixwînin û bibînin.”
‘Dîroka ku nehatiye nivîsandin pir girinng e’
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ser bandora dîroka nehatiye nivisandin jî radiweste û wiha lê zêde dike: “Hem civatîbûna dîrokî, hem jî jeocivatîbûn ferz dike ku mirov bi tayekî xurt ê diyalektîkî nêzî herêmê bibe. Heta her parçeyekî zeman û mekan, her serdem û beşek ji dema dîrokê neyê analîzkirin, ne roja me ya îro, ne jî hemû nîzamên şaristaniyan tam têne fêmkirin. Ji dîroka nivîskî zêdetir dîroka nehatiye nivîsandin pir girîng e. Dîsa ji mekanên zêde navê wan hatine gotin zêdetir, çîroka mekanên nehatine ziman pir girîng in. Eger mirov paşve mayîna aboriyê di nav van şaxên civakî de negire dest û li ser ranewest e, xuya ye, wê bi prensîbên hişk ên teoriyên bazirganiyê çareserkirinê pir watedar nebe. Di sosyolojiyê de nexweşiyeke giştî heye, ew jî di çareserkirina pirsgirêkan de yekpare û gewde parçe parçe tê kirin. Çewtî û şaşiyên rêbazeke bi vî rengî, xuya ye, herî zêde wê xwe di xebatên li ser Rojhilata Navîn de nîşan bide. Aborî di serê van xebatan de tê. Eger di zik şer-îqtîdar, zêhniyet-civatîbûnê de nebe, analîzên di warê aboriyê de wê tenê nezaniyê xurtir bikin. Eşkere ye, bi qalibên analîzê yên şaristaniya Rojava, lêkolînên li ser Rojhilata Navîn di warê teorîk û pratîk de şaşiyên mezin di hundurê xwe de dihewînin. Kaosa di roja me ya îro de jî hinekî berhemê van helwest û nêzîkbûna ne.”
‘Jiyan bi derewan nixumandine’
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bal dikişîne piştî dewleta Sumeran û wiha dibêje: “Di roja me ya îro de yek ji mijara herî zêde ku her kes li ser disekine kaosa li Rojhilata Navîn e, ku êdî kes ji nedîtî ve nayê. Ya herî trajîk jî, ne yên îdîa dikin ku xwediyên esîl ên herêmê ne, ne jî yên îdîa dikin ku xwediyên nû yên herêmê ne, bi çareseriyeke nû nêzî herêmê dibin. Dibizdin. Eger rast nêzî herêmê bibin, wê tenê neyê wê maneyê ku devê Qutiya Pandora’yê vedibe, weke ku wê Keştiya Nûh xwe li serê çiyayê Cûdî deyne, maneyek wê hebe. Jiyana nifşekî nû – hem di warê însanî de, hem jî di warê ekolojîk de – belkî wê demê bipişkive. Jiyana heyî ji serî heta binî bi derew û zordestiyê hatiye nuxumandin. Her wisa bi helwestên çor ên îstîsmarker û despotîk ên hezarsalan tijî bûye ku bi her cure fahîşetiya koka xwe bi awayekî fermî diçe heta dewleta rahîb a Sumer a 5000 salî, çaviyên civakî xetimandine, tam mirî nebe jî pir dûrî jiyînê û jiyanê nefesê dide û distîne. Împaratorên DYE wek Îskenderên hemdem, bi projeya dawî ya Rojhilata Navîn, gelo wê karibin rê li ber bûyerên bişibin Helenîzmê vekin? Dîsa mîna Îskender kirî, bi avahiya xweser a împaratorên Persan arîstokratên Kurdan re hevkariyê xurt bike û mîna tevgereke Helenîstîk wê DYE jî karibe bi hevkariyê bi rêveberên eyaleta Iraqê arîstokratên Kurd re bike? Ya hînê jî girîngtir, qebîleyên Kurd ên Aryen ku wextê şeveqa dîrokê avêt û ji bo dergûşbûna aristaniyê rol lîstin, wê dîsa karibin vê rola xwe bi cih bînin? Yanî wexta Rojhilata Navîn bikeve serdema şaristaniya demokratîk, wê karibin heman rolê bilîzin? Di dîrokê de qebîleyên Kurd bi piranî yan ji der ve, yan jî bi reaksiynan bandor li şaristaniyên hawîrdora xwe kirine. Li ser cografya xwe rê li ber hindik şaristaniyan vekirine. Zêdetir li dijî îstîla û dagirkeriyên ji der ve hebûna xwe bi etnîsîteyê – eşîr, qebîle – parastine, yan jî ji bo vê yekê hevkarî kirine. Van taybetiyên xwe di roja me ya îro de jî diparêzin. Ji aliyê din ve, li hemberî kapîtalîzma global a ketiye nav pêngaveke nû, wê berxwedan, xweparastin û hevkariyê bi motîfên kevin hêsan nebe. Her çend malbatên hevkar ên arîstokratîk ên kevneşopiyê bixwazin vê polîtîkayê dewam bikin jî êdî gelekî demokratîk – gelê serketinê – ê etnîsîte li dawiyê hîştiye, wê nekaribe di bin motîfên kevin de qîma xwe bîne. Ne jî ev, yan jî ew hêzê karibe wî kontrol bike. Kurdan wek gelekî nekarîne dewleteke klasîk ava bikin. Divê ev ne wek kêmasiyekê, lê divê wek şensekî were nirxandin.”
‘Demokrasî ji nan û avê zêdetir hewce ye’
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ser girîngiya demokrasiyê ya ji bo Rojhilata Navîn jî rawesite û wiha dinirxîne: “Nertineke bi vî rengî ji bo azadîxwazên civakê rastir e. Çiqas nirxên azadiyê yên civakî û azadîxwazên navend dewletê hene ku gelên xwe razî kirine? Hemû gelên Asya, Efrîka û Emerîka Latînî bûn dewletdar, gelo pirsgirêkên xwe çareser kirin? Berovajî, gelo pirsgirêk ji berê zêdetir û girantir nebûn? Ya girîng, divê mirov helwesta bingehîn a gelan a dîrokî, nasnameya wan a komîn û demokratîk bigihîne derfetên teknîkî, zanista hemdem û bi sazîbûnê rake. Di roja me ya îro de ji bo gelên Rojhilata Navîn demokrasî ji nan, av û hewayê zêdetir hewce ye. Ji bilî demokrasiyê ti alternatîf ji bo gelan bextewer bike, xwedî qabîliyet nîne. Gelê Kurd ku di serê van gelan de tê, eger taybetiyên xwe yên civakî, zemanê dîrokî û cografya xwe ya heta dawiyê stratejîk bûye, ji bo şaristaniya demokratîk li Rojhilata Navîn seferber bike û bigihîne serketinê, wê tevî xwe qenciyeke mezin li cîran û mirovatiyê bike.”