Rêxistina Mafên Mirovan ya Herana ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nava 4 mehan de 45 jin hatine kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Herana derbarê kuştinên jinan yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de raporek belav kir.
Li gorî raporê di nava meha Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê yên îsal de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 45 jin hatine kuştin.
Heman çavkaniyê ragihand ku di meha Adarê de 17 jin, Nîsanê 19 jin, Gulan 6 jin û di Hezîranê de jî 3 jin hatine kuştin.
Di raporê de behsa sedema kuştinan jî hate kirin û hate gotin: “Ev kuştin ji ber sedemên cuda yên malbat û hêcetên din pêk hatine. Bi piraniya kuştinan bi rêbazên cuda ango amûrên cuda pêk hatine.”
Hêjayî gotinê ye sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatibûn kuştin.