Li gor agahiyan îro yên nûçeyên ajansan baregehên Haşdî Şabî yên li sînorê parêzgeha Kerkûk, Selahedîn û Enbarê hatin bombebarankirin. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî denge teqînên mezin hatin bihîstin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Reutersê îro li dijî baregehên hêzên Haşdî Şabî yên li sînorê parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Enbarê yên Iraqê êriş pêk hatin. Hat diyarkirin ku baregeha Haşdî Şabî ya li başûrê Kerkûkê îro hate bombebarankirin, her wiha baregeha Lîwaya 63 ya Haşdî Turkmen ya li Amerlî ya ser bi parêzgeha Selahedîn jî hate hedefgirtin.
Hat destnîşankirin ku baregeha artêşa Iraqê ya li navçeya Rutbe ya ser parêzgeha Enbar ku ji aliyê Haşdî Şabî ve tê bikaranîn, hate bombebarankirin. Li gorî medya Iraqê li vir dron dihatin çêkirin.
Tora nuçeyan a Fox Newsê ragihand ku Serokê Komîteya Serfermandariya Giştî yê Amerîkayê General Dan Caine gotibû ku dê bi helîkopter û balafirên şer êrişî ser baregehên Haşdî Şabî bidomînin da ku pêşî li her gefê li ser berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraq û herêmê bigirin.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê teqînên mezin
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, îro dengê teqînên mezin li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên Bîrcend, Mihabad, Kirmaşan û Esfehanê hate bihîstin. Hat diyarkirin ku li bajarê Mihabadê baregehek ya Pasdarên Şoreşê hat hedefgirtin. Her wiha 7 teqînên mezin bajarê Kirmaşanê hejand, navçeya Gerû Kanêşt baregehek moşekan ya Fermandariya Hêzên Hewayî ya Pasdarên Şoreşê hate hedefgirtin.
Li Loristanê êrişî baregeh û navenda Artêşa Pasdarên Şoreşê hate kirin. Dengê teqînek mezin û derbazbûna balafirên şer di navbera Selmas û Urmiyeyê de hate bihîstin. Teqînek li kolana Bahuner ya Esfehanê çêbû.
Piştî teqînan bîlançoya can û mal nehat zanîn.













