Der heqê 4 rojnamegerên beşdarî daxuyaniya têkildarî kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bûn, de lêpirsîn hate vekirin.
Di 20ê Kanûnê de li Amedê ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19ê Kanûna 2024an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA ya Dewleta Tirkiyeyê ve hate kuştin daxuyanî hate dayin. 4 rojnamegerên beşdarî daxuyaniyê bûn ji bo îfadeyê bang li wan hate kirin.
Şaxa Ewlekariyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ji bo îfadeyê bang li Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Heval Onkol û rojnameger Dîlan Kartal û Hêvîdar Onverê kir. Der heqê rojnamegeran de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 2911ê” lêpirsîn hate destpêkirin. Rojnameger Selman Çîçek û Heval Onkol di çarçoveya lêpirsînê de îfade dan û hat zanîn ku rojnameger Dîlan Kartal û Hêvîdar Onver jî dê sibe îfadeyê bidin. Rojnamegerên îfade dayin, diyar kirin ku wan ji bo rojnamegerên hatine qetilkirin daxuyanî dane û ev jî mafê wan ê qanûnî ye.