• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qada Şêx Seîd nobeta ji bo Rojava didome

    Li Qada Şêx Seîd nobeta ji bo Rojava didome

    Li Rûbarokê bang kirin: Xwedî li Rojava derbikevin

    Li Rûbarokê bang kirin: Xwedî li Rojava derbikevin

    Graham hişyarî da Şam û Enqereyê: Kurd hevpeymanên me ne

    Lindsey Graham: Kurd mutefîkên me ne divê bên parastin

    ‘Gel li dijî êrîşên li ser Rojava xwe diparêze’

    ‘Gel li dijî êrîşên li ser Rojava xwe diparêze’

    Ji Nisêbînê bang kirin: Ji bo alîkariya mirovî deriyên sînor vekin

    Ji Nisêbînê bang kirin: Ji bo alîkariya mirovî deriyên sînor vekin

    Kobanî di salvegera rizgarkirina bajarê xwe de meşiyan

    Kobanî di salvegera rizgarkirina bajarê xwe de meşiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Colemêrg / AW

27 ÇILE 2026 - 17:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platfomra Saziyên Demokratîk a Colemêrgê û rêxistina DEM Partiyê ya Şemzînanê li Rûbarokê ji bo piştgiriya Rojava bang li gel kirin û xwestin xwedî li Rojava derbikevin.
Platfomra Saziyên Demokratîk a Colemêrgê û rêxistina DEM Partiyê ya Şemzînanê li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê ji bo piştgiriya Rojava daxuyaniyek dan. Girseyê di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” û “Rojava rûmeta me ye” vekirin. Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez û hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Behçet Kanat û gelek welatî tev li daxuyaniyê dan.  Hevserokê DEM Partiyê yê Şemzînan Agît Tekîn metna daxuyaniyê xwend û bang li gelê Rûbarokê û Şemzînanê kir ku yekîtî, hevgirtin û hevkariyê ya ji bo Rojava nîşan bidin. Agît Tekîn destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan û komkujî îro li Rojava û sûcên li dijî mirovahiyê yên ku têne kirin, nayên paşguhkirin ev tişt got: “Ev sûcên nemirovane di tu olê de cih nagirin. Di bin navê olê de, hewl tê dayîn ku ola Îslamê li Rojhilata Navîn were reşkirin û zirarê bidinê. Di vê çarçoveyê de, neçar e ku hemî alimên me yên olî li dijî vê yekê derkevin û helwestek rast bigirin, ji ber ku seydayên me mîratgirên wan in ku Îslamê bi aliyên wê yên çêtirîn ji gel re rave bikin û wan di rêya rast de rêber bikin.”
‘Ji bo yekitiya neteweyî tevbigerin’
Agît Tekîn bal kişand ser helwesta gelê Kurd a yekitiya neteweyî û diyar kir ku peyamên hevgirtinê û înîsiyatîfên gel, bi yekîtî û hevgirtinê bi hemû partîyên siyasî û eşîrên Kurd re yên ji bo gelê Rojava ji bo yekîtîya neteweyî pir bi qîmet in. Agît Tekîn da zanîn ku divê Kurd îro feodalîzmê, eşîretiyê, û herêmîbûnê û zirara ji van gotaran derdikeve, bidin aliyekî û bi ruhê yekîtîya neteweyî, ku ji hemûyan mezintir e, tevbigerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Careke din radigihînin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin heya ku em mafên xwe yên jiyaneke mirovî bi dest bixin. Rojava xeta me ya sor e û em ê Rojava tenê nehêlin.”
Etîket: Behçet KanatColemêrgŞemzînan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Meşa Colemêrgê: Komkujiyên JÎTEMê bi destê HTŞê didomin

Meşa Colemêrgê: Komkujiyên JÎTEMê bi destê HTŞê didomin

21 ÇILE 2026
Berfa li ser ban ceyranan taxê qut kir

Berfa li ser ban ceyranan taxê qut kir

10 ÇILE 2026
Ji ber xemsariyê gund mane bêceyran

Ji ber xemsariyê gund mane bêceyran

4 ÇILE 2026
Li Colemêrgê rêyên 110 gund û 247 mezrayan hatine girtin

Li Colemêrgê rêyên 110 gund û 247 mezrayan hatine girtin

1 ÇILE 2026
Serê Solan bûye rêya mirinê: Sude Ezgî Degîrmencî jiyana xwe ji dest da

Serê Solan bûye rêya mirinê: Sude Ezgî Degîrmencî jiyana xwe ji dest da

26 KANÛN 2025
Gulistan Sonuk: Komun û meclis bi qasî av û nan pêwîst e

Gulistan Sonuk: Komun û meclis bi qasî av û nan pêwîst e

14 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1357)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne