Li Şankûşê îsal cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di pîrozbahiyê de axivî û got, “Em ê bi gelê xwe re civakekî nû ava bikin.”
Di navçeya Şankûşê ya Amedê li pêşengitiya DEM Partiyê cara yekemîn Newroz hate pîrozkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn tevlî bernamê bû. Bernama newrozêde dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Newroz Piroz be” û “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin. Bername bi def û zirnê berdewam kir.
Newrozê de Abbas Şahîn axivî û got: “Em ê siyaseta demokratîk bi civaka demokratîk ku kes li derve nemîne ava bikin û em bi hev re rêya vê çêdikin. Bi gelê xwe re em ê civakekî nû ava bikin. Bê xeyidandin bê tirs em ê civaka demokratîk bi hev re ava bikin. Newroz çawa dest pêka sala nû be ev pêvajo ji çareseriya dest pêka civakekî nû ye. Li erdnîgariya herî xweş a xwezayî em Newroza yekemîn pîroz dikin lê ev nabe ya dawî.”
Abbas Şahîn di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûna Newroza Amedê ku wê 21’ê Adarê were lidarxistin, kir.
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.














