Li Silopiya, Colemêrg û Agiriyê pîrozbahiyên Cejna Newrozê dest pê kir.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, li navenda Colemêrgê û li navenda Agiriyê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. Pîrozbahî bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pêk tên.
Li her sê navendan jî bi hezaran kes li qadan kom bûne û li ber stranan govendê digerînin. Dê axaftin bên kirin û stranbêj derkevin ser sehneyan.












