Hate ragihandin ku li gundê Elbêsê yê navçeya Elbaka Wanê, li ser xeta sînorê Îranê, welatiyê bi navê Fehim Tosun cîhekî nêzî herêma leşkerî, bi fîşekekê ji serê xwe ve hatiye kuştin. Cenazeyê Tosun hîn jî li xala sînor tê ragirtin.
Hate ragihandin ku li gundê Elbêsê yê navçeya Elbaka Wanê, li ser xeta sînorê Îranê, welatiyê bi navê Fehim Tosun cîhekî nêzî herêma leşkerî, bi fîşekekê ji serê xwe ve hatiye kuştin. Şahidên bûyerê diyar dikin ku li herêmê dengê çekan hatiye û piştî demekê leşkeran agahiya mirina wî daye malbatê.
Rayedarên leşkerî ji malbatê re gotine ku Tosun di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest daye, lê şahid vê îdîayê red dikin û dibêjin mirina wî bi guman e.
Şahidekî da zanîn ku Fehîm Tosun ji serê xwe hatiye gulebarankirin, piştî dîtina cenaze, gundî ji herêmê hatine dûrxistin û niha ketina herêmê qedexe ye.
Tê payîn ku cenazeyê Tosun ji bo otopsiyê bînin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê.












