Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de ji saet 20.00’an heta 08.00’ê serê sibehê qedexeya derketina derve ragihand.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kirin: “Ji ber rewşa ewlekarî û awarte ya ku em li Sûriyeyê dijîn, ji bo parastina ewlehiya navxweyî û nehiştina kiryarên ku ziyanê digihîne ewlehiya welatiyan, em ji demjimêr 20.00’an (êvarê) heta 08.00’an (serê sibehê) qedexeya derketina derve radigihînin.”