Li Silêmaniyê îşev dronek li nêzîkî projeyek ya nîştecihbûnê (sîte) kete xwarê, lê tu ziyanek canî û madî çênebû.
Li gorî nûçeya Rojnewsê îşev li nêzîkî projeyek niştecihbûnê li Silêmaniyê dronek ket xwarê, lê tu ziyanên canî çênebûn.
Asayîşa Silêmaniyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku di saet 20:39ê dronek gundê Şêx Weysawa yê nêzîkî Silêmaniyê hedef girt lê di êrişan de tu qurbanî çênebûn.
Her wisa Asayişa Silêmaniyê daneyên êrişên 24 dawî belav kir û wiha hate gotin; “Di nava 24 saetên dawî de êrişek bi dronan di saet 15:45ê û heft êrişên bi dronan, di navbera saet 18:00 û 19:00an de li ser kampa penaberan ya li navçeya Koye hatine kirin.
Îro di saet 02:58 û 3:23ya şeva borî de Fermandariya Hêza 70’emîn bi du dronan hate hedefgirtin.
Her wiha di saet 19:15 û 19:20ê de bi du dronan êrişê ser Koye û kampa penaberan hate kirin.”













