Dikandarên Silêmanî û Helebceyê bi girtina derabeyên xwe piştgirî dan mamosta û karmendên dijî nedana mûçe, di greva birçîbûnê de ne. Sê mamosteyên di grevê de rakirin nexweşxaneyê.
Li Silêmaniyê greva birçîbûnê ya mamosta û karmendên a ji bo nedana mûçe, 15 roj in li ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî dewam dike.
Li gorî nûçeya ROJ NEWSê; Piştgiriya ji bo çalakiyê her ku diçe berfireh dibe. Divê çarçoveyê de dikandarên Helebce û Silêmaniyê bi armanca piştgiridayîna çalakiya mamostayan, saetek deriyên dikanên xwe girtin.
Niha gelek dikandarên Silêmaniyê deriyê dikanên xwe girtine û biryare berê xwe bidin konê çalakiyê yê mamostayan.
Hêjayî gotinê ye heya niha jî hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê guh nedaya daxwazên mamostayan.
Li aliyê din Cîgirê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Hêriş Seyîd Selîm derbarê rewşa tenduristiya çalavkanan de agahî parve kir.
Dr. Hêriş Seyîd da zanîn ku rewşa 3 çalakvanan nebaş bûye û wana bi awayek lezgîn rakirine nexweşxaneyê. Tê gotin niha her sê çalakvan dibin çavdêriya bijîşkan de tê ragirtin.