“Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi pêşengiya TJA, DBP û DEM Partî htine destpêkirin li navçeya Silopiyayê berdewam dike.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çerçoveya “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” de li navçeyên Silopiyayê ya Şirnexê civînên gel hatin lidarxistin.
Li taxa Zapê ya navçeya Silopiyayê civîna gel hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî civînê bûn. Civîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiye bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bidîmên û merasîma şewitandina çekan a komeke gerîlayên Civaka Aştî û Demokratîk hat temaşekirin. Piştî temaşekirina dîmenan Mehmet Zekî Îrmez axivî û li ser pêvajoyê nirxandin kir.
.