Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê li navçeya Silopiyayê bi bernameyekê serê salê pîroz kirin.
Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê ku di bin baneya Şeredariya Silopiyayê de xebatê dike, li eywana awahiya xwe bi bernameyekê serê salê pîroz kir. Şagirt, perwerdekar û xebatkarên saziyê, rêveberên DEM Partiyê û parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî bernameyê bûn.
Hevşeredarê Silopiyayê Rênas Nadir Onuk di pîrozbahiyê de anî ziman ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û got: “Di vê pêvajoyê de ya ku dikeve ser milê me, xurtkirina destê birêz Abdullah Ocalan e. Bila îsal bibe sala azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan, gelê kurd û Kurdistanê.”
‘Dê serkeftin ya me be’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî anî ziman ku li dijî polîtikayên pişaftinê xwedî derketina ziman û çanda kurdî xwedî girîngiyeke mezin e û got: “Bila sala nû bibe sala aştî û aramiyê. Desthilat çand ziman û hunera me ji me stendind. Em ê jî xwedî derbikevin. Zarokên ji bo ziman û çanda xwe tên vir heviyê didin me. Em di pêvajoyeke gelek girîng re derbas dibin. Divê hemû kes xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Em di rojên dîrokî de derbas dibin. Em bi hêvî ne. Serkeftin a me ye.”
Piştre bernameya pîrozbahiya serê salê dest pêkir. Bernameyê ji şanoyê destpê kir û hemû bername li gor şanoyê berdewam kirin. Di şanoyê de, stran û helbest hatin gotin. Hemû şagirtên saziyê, bi stran û helbestên xwe di nava şanoyê de cih girtin. Temaşevanan jî bi coşeke mezin bername temaşe kirin û şeveke xweş derbas kirin.