Şaxa OHDê ya Şirnexê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî da û xwest girtiyên nexweş tavilê werin berdan û divê hemû girtî bigihîjin azadiya xwe.
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Botanê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexwe li Kolana Hunerê ya Şirnexê daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, saziyên sivîl ên Şirnexê, Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser”Ji girtiyên nexweş re azadî” dinivisî hat hilgirtin.
‘Divê girtiyên nexweş tavilê werin berdan’
Metna daxuyaniyê ji aliyê endama OHDê parêzer Dilan Elçî ve hat xwendin. Dîlan Elçî destnîşan kir ku divê astengiyên li pêşiya dermankirina girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê werin rakirin û daxwazên wan ên ji bo taloqkirina berdana wan werin qebûlkirin. Dîlan Elçî bi lêv kir ku divê girtiyên nexweşiyên wan giran tavilê werin berdan û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe ya 27ê Sibata 2025an de bi gotinên xwe yên derbarê ‘naskirina siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqî’ de îradeya xwe ya çareseriyê ya israr û bi biryar nîşan daye. Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye, di heman demê de ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê astengiyeke cidî ye. Bersiva vê bangê bi rakirina pergala tecrîda Îmraliyê û afirandina şert û mercan ku Birêz Ocalan bikaribe beşdarî aştiya civakî bibe, mimkun e. Îro li Tirkiyeyê, ji bo ku rê li ber çareseriyên aştiyane vebe, hemû beşên civakê li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev bi hev re bijîn û serdestiya hiqûqê ji nû ve were avakirin, divê pêvajoyek reformê ya ku rêzê li mafên mirovan digire, di hemû saziyên dewletê de, bi taybetî jî di girtîgehan de, were destpêkirin.”
‘Divê girtiyên siyasî di nava pêvajoyê de bin’
Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî anî ziman ku polîtîkayên li girtîgehan tên sepandin li pêşiya veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê asteng in û ev yek anîn ziman: “Aştî çi ye? Aştî parastina mafê jiyanê ye. Em nikarin mafê jiyanê tenê bi rawestandina mirin û operasyonên leşkerî biparêzin. Binpêkirinên ku li girtîgehan têne jiyîn jî hewldanên ji bo jiholêrakirina mafê jiyanê ne. Ji ber vê yekê, bêyî ku girtiyên nexweş werin berdan, bêyî ku biryarên ku ji hêla saziyan ve hatine girtin werin betalkirin û bêyî ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî bibe, em nikarin behsa demokrasî, aştî, wekhevî û aştiya civakî bikin. Ger paradîgmayek nû derkeve holê, divê Tirkiye pêşî polîtîkayên xwe yên li ser girtîgehan biguherîne, deriyên girtîgehan veke û girtiyên siyasî jî têxe vê pêvajoyê.”