Li Şirnex, navçe û gundên wê civînên gel ên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tên lidarxistin bênavber didomin.
Li taxa Şehrînûh a navenda Şirnexê, taxa Yafesê û gundê Karox ê Cizîrê û gundê Banihê yê navçeya Hezexê bi tevlîbûna Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan, Endamê Meclîsa DBPê Ahmet Îstek, hevserokên DEM Partiyê yên Şirnex, Cizîr û Hezex civînên gel ên Aştî û Civaka Demokratîk pêk hatin.
Civînan bi tevilbûna sedan welatiyan û rêzgirtina ji bo cangoroyên azadiyê destpê kir. Di civînan de dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma şewitandina çekan a PKKê hate pêşandan. Piştî pêşandana dîmenan Parlementer Ûysal li civîna gel a Şirnexê derbarê pêvajoyê axivî û got ku ev pêvajo wê teqez bi ser bikeve û ev serkeftin wê bi xwedîderketina gel pêk were.
Civîn bi pirsên gel û bersivandina pirsan bi dawî bûn.