Şirnex – Li Edliyeya Şirnexê polîsê bi navê Î.Y. piştî doza xwe ya destjihevberdanê hewl da xwe bikuje.
Li Edliyeya Şirnexê polîsê bi navê Î.Y ku li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê peywirdar e piştî tev li doza xwe ya destjihevberdanê bû hewl da xwe bikuje û bi giranî birîndar bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Î.Y bi rêya SEGBÎSê tev li danişîna dozê bûye û piştî danişînê di daşîra adliyeyê de bi çeka xwe hewl daye xwe bikuje.
Piştî bûyer qewimin li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê piştî mudaxileya ewil Î.Y rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hate hînbûn ku Î.Y bi giranî birîndar bûye û hatiye entubekirin. Xetereya jiyana Î.Y. didome.













